Belaya li serê Êzdiyan kompleksa “Babê” ye | Ferda Çetîn

Wergêr ji Tirkî: Çiya Mazî
Ji nava koçberên ji Şingalê hatibûn Silopiyê, zilamekî 50 salî, ji kameraya Tv Med Nûçe re dipeyîve. Piştî ku ravekirina tevkujiyên ku lê şahidî kiriye û çawa ji mirinê filitîne, rexneyek tund ya helwestên ku pêşî li tevkujiyan vekiriye jî dike; “Mîrên me, pîrên me û şêxên me dema ku qala maneviyatê dikirin, ne fikirîn û ne jî tevdîrek kirin ku civak dê xwe çawa biparêze, li himber êrişekê dê berevaniyek çawa pêk bîne. Sedema rûbirûmana bi bêçaretî ya tevkujiyek wisa, mezinên me û rêberên me yên olî ne.”
Rexneya yê ku dipeyîvî dikir, di hemû serdeman de ya li serê civakan bûye bela, civak bêteqet, bêtêkoşîn hiştiye kompleksa “babê xelaskar” e. Di demên xweş û fireh de li mal, li gund, li navçeyan yê li ser civakê otorîte û xwedî peyv in, yê ku ji alî civakê wesfên wekî ruhanî û rêberê dinyayî li wan bûne, yê hemû erkên civakê di destê wan de ye “babê” ye.” Babê carinan axa ye, beg e, serokeşîr e, carinan şêx e, pîr e…
Piştî tevkujiya Şingalê careke din jî hat fêmkirin babêtî sistema ku bi rûpuşeke olî hatiye veşartin, ya ku civakê bê bîr dihêle, kiriye rewşa gêjbûnê, potansiyela civakê ya berxwedanê xesokî kiriye ye. Ji ber vê yekê, piştî 72 tevkujiyan ya 73’yan jî hatibe jiyîn ne dubarebûna dîrokê ne jî qedera kurdên êzdî ye.
Ev tiralî, ev bêtebatî, ev bêçaretiya ku situyê xwe dide ber kêra qesab, bi xwe çê nebûye. Ya ku ev kêl bi kêl hûnaye “sîstema babêtiyê” heye. Li ba kurdên êzdî “babê” hê pir bi bandor, hê pir bi erk û bêrî (destpênabe) ye. Rêberiyeke ku di nava civakê de nepixandî û bilindkirî, li himber derve bêtebat, bêteqet, bêbervanî, destvala, di asteke altaxiyê de ye. Vê pergala babêtiyê ku li Başûrê Kurdistanê kurdên êzdî bêtebat û xav kiriye, ji hişmendiya PDK’ê xwedî dibe; bi gendeliya nav, dolar û milkê taybet tê piştgirîkirin, li lûtkeya civakê tê rûniştandin. Êdî hat dîtin ku, bi xeftanê hevrîşim, rih û simbêl boyaxkirî, xwedî çar jinî, herî dewlemendê civakê û hinekî jî qalkirina ji manewiyatê ne wesfê rêberiyê bûye. Peywîr û berpirsiyariya gelê kurd û kurdên êzdî, divê ne derxistina kronolojiya tevkujiyan û li ser zêmar nuhurandin û bi bêçaretî li starekê li cîhekî gerandin be. Lewre, her çiqasî astengî dê çêbibin jî yên ji tevkujiyê xelas bûne dê bi awayekî jiyana xwe bidomînin. Lê belê trawmaya vê tevkujiya mezin, bandora hilweşînê bi rêyekê tenê dikare bê safîkirin: Bi berxwedanê, bi têkoşînê û ji kokê de rakirin û derkirina vê nemerdiyê ye. Heke civaka êzdî yên ku koç kirine venegerin ser axa xwe, armanca çeteyên kujer û ya ku piştgirî dane wan dê pêk bê. Hemû gelê kurd û êzdiyên Şingalê xerakirina vê tevkujiyê dê bi rizgarkirina Şingalê re, bi vegerek bi hişmet û ji nû ve avakirina Şigalê dikare pêk bînin. Ji bo tevkujiyek din çê nebe û ewlehiya êzdayetiyê, xelasbûna ji pisîkolojiya “babêyê xelaskar” û avakirina psikolojiya xwebûniyê ye. Pisikolojiya xwebûnê jî pisîkolojiya ku li nasnameya xwe xwedî derdikeve, ya bi xwe bawer, civaka ku xwe bi rê ve bibe, xwe biparêze û ya ji fereseta têkoşînê bawer dike ye. Psikolojiya Babeyê, ji alî hinan de hewandin, ji erkên hê mezin xwestina parastinê, ji ber wê jî tiralî û bendemayinê îfade dike. Lê psikolojiya xwebûnê; cavekirîbûn û bi tevdîrbûnê, berxwedanê, bi têkoşînê serkeftinê û bi hêvî yê îfade dike.
Eduardo Galeano di nivîsek xwe de digot “qetilkirina hêviyê ji qetilkirina mirovan hê girantir e”. Ji roja ku êrişên li ser Şingalê dest pê kir û heta îro, berxwedana 100 gerîllayên ji bo parastina Şingalê û êzdayetiyê, ji bo firsetê nedin qetla hêviyê şer kirin û di vê oxirê de canê xwe feda kirin. Ya ku Şingalê û êzdayetiyê azad bike û ji tevkujiyan biparêze jî dê ev giyanê berxwedêr be. Çawa ku tevlî tevkujiya mezin jî mîrên 70 salî yên rîsipî, şêx û pîrên ku li Şingalê man û bi çekên xwe tevlî berxwedanê bûn û banga vegerê li yên koçber kirin, tarzek kevneşopiya berxwedanê, rêberiyek nû ku dê bê nîşan dike.
O.Politika