Digotin emê bên… Way hatin… Du helbest Ji bo wan.

EMÊ BÊN
Emê bên rojekê… emê bên
Bila hay jê hebe bayê felekê
Di sariya bi dengê kevokurkekê de
Wekî cemeda tenik a li ser berfa beroj
Xwe ji hertiştê xwînî pak bikin û bên
Nuqut bi nuqut bihelin li ber tîrêjên tavê
û ber bi dilê we biherikin û bên
emê bi zeriya şevê re
li bin dara tûyê xunaviya pelan bêhn bikin
Wê kêlîkê li bendî gûrrîna bêtikan bin emê bên
bi tevlihevbûna naqos û banga melê re
We bi xwe bihesînin û bên.
Emê roniya paş ewrên tahl bikin diyarî
Û di keviya pencereya we re bera hundur din
Bi tûrikê mêşinî yê bi dilan hûnandî
Bi ken û xilmaşbûna zarokê dergûşê re emê bên
emê bên wekî di xewna we de bi ken û şahî.
M.Çiya Mazî
Berfanbar 2012
Havîn
Ey havîna mirin û azadiyê !
Tu sar û germ dikî bi hev re dilê min
Dinya ji min û te re mezin e
Min ji te stendiye fersenda hêviyê
Tu hez dikî Cengîz bî hez dikî Fîr’ewn
Û hez dikî Îskender, ne xem e.
M.Çiya Mazî
24.7.2013