Ji du nivîskarên Medyaya Tirk li ser rewşa dawî ya Tirkiyeyê
Nivîskarê rojnameya Radikalê Oral Çalişlar, di sernivîsa “şer radipelike, lewre…” de balê dikişîne ser 3 eskerên li Geverê hatine kuştin û dibêje; çima PKK dixwaze şer bi pêş bixe?
Di pêvejoya 30 salên şer de aliyê herî xisar dîtiye û êş kişandiye gelê kurd e û di dema destpêkirina pêvejoya çareseriyê de aliyê herî piştgirî daye pêvejoyê jî kurd in.
Tevlî ku Ocalan banga lihevhatinê dike jî piştî bûyerên ji bo Kobanê PKK dibêje “tu wateya pêvejoya çareseriyê nemaye”. Bi mirina 3 eskeran re jî PKK pê li damarên dewletê û civakê kiriye û xistiye nava tegerekê. Em dikarin texmîn bikin ku dê “qeyranek pêvejoyê” rû bide.
Sedema duyemîn jî ku PKK dixwaze şer gur bike jî Konjoktura dinyayê ye.
Bi êrişa DAIŞ’ê li gelê herêmê re hêzên PKK-PYD wekî hêzên ku bi awayekî aktîf li himber DAIŞ’ê şer dikin bal kişand. Îtibara hêzên kurd ku li himber “terora İslamî” stendin. Piştgiriya welatên rojava stendin. Kobanê li himber “islamîkirina” herêmê, bû “alek” sekuler-islamofobik ya welatên rojava.
Bi vê re jî, bi PYD’ê re têkilî hat danîn, ji bo lîsteya terorê nîqaş hatin kirin, balafirê DYA DAIŞ bombe kirin, çek dane PYD’ê. CNN International jî ku heta niha mijarên paşguh dikir anî rojevê û dosyayên wekî “milletê ku dewleta wan tuneye” amade kir û danasîna van bizavên ku tê qal kirin kir.
Dibe ku PKK bifikire bibêje “êdî şert guherîne” ji ber wê yekê jî ji bo gaveke pêş kete nava tevgerê.
Li gor şîroveyeke din jî; îran ji ber pêvejoye çareseriyê ne memnûn bû, di gûrbûna êrişan de rola xwe lîstiye.
Wekî encam mirov dikare bibêje, hereketa kurd ji bo çitayê bilind bike pêngavek daye destpêkirin. Di van salên dawiyê de xerabûna navbera Tirkiye û DYA û bertekên li himber rêveberiya Erdoğan bilin bûne jî dibe ku PKK teşvîk kiribe. Ev bilindbûna bertekan gelo bi temamî dê bibe ku ben biqete?
Rojnameya Zaman ku nêzî cemaata Gulen tê nasîn, Ali H. Aslan: Nivîskarê rojnameya Zaman’ê di nivîsa xwe de têkiliya Tirkî û DYA kiriye mijar. Nivîskar dibêje çiqas rayedarên Tirkiyeyê di eynê xwe dernexe û nexwaze navber xera bibe jî, Rêveberiya Obama helwestek cidî nişanî Tirkiyeyê daye û peyama “çiqas hûn bipeyîvin, em dê ya ku rast zanin bikin” dide. Dema ku Obama telefonî Erdoğan kir ne ku ji bo riza wî bistîne, got “we korîdor venekir em jî bêgav man ku ji hewa de alkariya Kobanê bikin.” Ev tenê agahdarkirin bû. Ji ber vê yekê Tirkiye mecbûr ma ku korîdorê veke û hinekî bi vê yekê karizmaya Erdogan birîn bû û got ku “min teklîfî Obama kiriye ku em korîdorê vekin.” Lê belê zûde li dinyaya rojava ketibû rewşa zîviroka ‘U’ yê.
Pêşî Obama wekî stratejiyekê Kobanê nexiste pêş, lê ku dû re fikra xwe guherî, zor da Erdogan, ku Erdogan ew red kir jî lihevnekirin bi ser avê ket.
Balyozekî DYA yê berê ji min re got “di salên berê de DYA ji bo ku Tirkîye nexeyîde ji bilêvkirina PKK wê de peyva ‘kurd’ nedianî ser zimên.”
Divan salên dawiyê de bi pêvejoya çareseriyê, têkiliyên Tirkiye bi Ocalan re û hevkariya bi Kurdên başûr re DYA jî dilxweş kiribû.
Helwesta kurdan ya laik û ji pevçûnên mezhebî dûr û helwesta Tirkiye ya dudilî bi DAIŞ’ê re, DYA ber bi kurdan ve dahf da.
Nivîskar di berdewamiya nivîsa xwe de balê dikşîne ser kurd û tercîha stratejîk ya DYA û dibêje:
Baş e ku rêveberiya Obama tevlî him nerazîbûna hukumeta Tirkî û him eskerîyê bide himber xwe û alikariyê bi Kobanê bike gelo tê wateya DYA di nava Tirkiye û Kurdan de tercîhek kiriye? Bi ya min na. Gaveke taktîkî û konjokturel e. Niha tehdît, ya yekem DAIŞ e. Dewleta ku hêza bejayî bide koalisyonê tune ye. Propagandaya ku kurdan jî ji bo Kobanê kir li welatên rojava bi cîh bû. Obama nikarîbû bê helwest bimîne. Li himber DAIŞ çîrokek qehremaniyê pêwist bû.
Nelihevkirina DYA û Tirkiyeyê esil ji bo rejîma Sûrî ye. Di serî de ku Obama got “bila Esed here”, Erdogan û Dawutoglu gotin qey dê muaxele çêbibe û di bin re şerê Esed yê veşartî dan destpêkirin. Lê belê niyeta DYA tune ye ku li vir bi welatekî din re şer bide destpêkirin.
Hê jî Ankara dixwaze DYA li Surî bikşîne ser mînderê. Bi xwesteka herêma tampon, qada ewlekar ya hewa û w.d. Lê belê mijara ku DYA li ser disekine Iraq e, ne Sûrî ye. Ji ber ku sînorê Iraqê ket metrsiyê loma DYA midaxele dike.
Şîmaqa ku Obama li Erdoğan da bi çepgiran, bi Rastgiran hemî Emerîkiyên derdora Qesra Spî û diplomasiyê memnûn mane. Ji xwe berê jî li DYA dihat gotin ku “Koşka Spî Erdogan bongî kiriye, ji ser hişê xwe biriye, hewcedariya bi dersekê heye”.
Tevlî ku Erdogan şîmaqek bi şid ji Obama xwaribe jî, wekî ku tiştek nebûbe bertekek tund nîşan nade. Ji ber wê yekê jî DYA ya ku peyama xwe nîşanî Erdogan kiriye êdî naxwaze pir biêşîne. Tê fêmkirin ku bi barebarê mirov nabe ‘serokê dinyayê’. Bi gotinê jî iş nameşe…
Werger: Çiya Mazî