Li Stewrêya Mêrdînê Namzetekî Nivîskar
Di vê nivîsê de diçim Stewrê. Ku mirov ji Mêrdînê bi rê dikeve û berê xwe dide rêya Rişmil û Qubala ew Şênkahî û hênkahiya çiyayên Surguciyan destpê dike havînan û zivistanan jî ba û serma. Li serê neqeba Hopê mirov di rêya Mahserta Omeriyan re dadigere rêya Herêma Surguciyan û Stewrê. Di ber gundê Şûrê, Rissînê û nava Elfan re mirov di nava bax, bexçe û aviyan re berê xwe dide Stewrê. Geliyên dora wê jî hemî şênkayî û bax û baxçe ne. Di van geliyana de gellek şer û pevçûn di nava kurdan û dewletê de rû dana di dîroka dûr û nêzîk de. Tirba Seyitxanê Kerr ku fermandarekî Şêx Seîd bû jî li van deveran e. Û di dîroka nêzîk de gellek Egîtan xwîna xwe li vê herêmê bi vê axê re kirine yek.
Serjimara navçeya Stewrê 32000 e. Li herêmê ji bilî Kurdan qîsmek jî Ereb in. Bi taybetî li navenda Stewrê pirranî ne ( %70) û deh gundên Ereban jî hene. Yên mayî Kurd in. Û Sûryanî jî niha li gundê Qillitê hene û febrîqeyek şerabê li wê derê çêkirine, lê belê tenê du malbatên Sûryaniyan mane li wir. Ji ber ku rezên van derana pir navdar û bi ber in; hemû mewîjên derdora Mêrdînê ji vê derê û herêma Omeriyan derdikevin. Herwiha bi şeraba xwe jî di dîrokê de meşûr e. Li gor hin rivayetan dibêjin ku serebek (xeta boriyê) ji vê herêmê diçûye heta mûsilê û şerab tê re diherikî. Û biwêjek ku pir tê zanîn li vê herêmê, ji vê çîçirokê derketiye, dibêje “Hasil di Mûsilê re derket” ango hasil (mahsûl-mal) çûye heta Mûsilê. Wek ku bibêje “heta ku em çûn Mêrdîn hertişt qediyabû, hasil di mûsilê re derketibû”.
Belê Hasil di Mûsilê re derbas bûye û têkoşîna gelê vê herêmê, Kurdên vê herêmê gihaştiye asteke wisa ku xwe bi rê ve bibin. Ji dema axayên berê yên vê herêmê wekî Ehmet Axa ku tê gotin gelek zilm li gel kiriye û heta niha gelek tişt hatine guherandin û dema xwe bi xwe îdarekirin û birêvebirinê hatiye. Piştî bajarokên Barmanê, Ewîna (Surguci), Elfan û piştî ku ev bajarokana ji holê rabûn ji ber zagona Bajarê Mezin dora Navçeya Stewrê hatiye ku Kurd bi tevahiyên gund û bajarokan û rêveberiyê têxin destên xwe.
Ji ber wê yekê jî namzetekî ku li vê derê mezin bûye, li vê derê têkoşîna kurdîtiyê daye û rûmet û naskirina wî ji gel û gelan re heye û bi serde jî Nivîskar e derketiye holê.
Mamoste Feratê Dengizî nivîskarekî Kurd e. Navê wî yê fermî Mehmet Aydin Alokmen e, 64 salî ye, li gundê Dengiza yê girêdayî Stewra Mêrdînê ji dayîk bûye. Di sala 1971’an de bûye mamosteyê matematîkê û demeke dirêj li gelek cihan mamostetî kiriye. Du caran ketiye girtîgehê bi daraza endamtiya PKK, bi tevahî 10 salan di girtîgehan de maye. Kurteçîrok, helbest û gotaran dinivîse. Gelek pirtûk jî ji tirkî wergerandiye kurmancî. Pirtûkên wî bi navê Zimanê Zimên (cerribandin), Tisê (çîrokên gelêrî-berhevkarî), Zîzanê (çîrokên gelêrî-berhevkarî), Kêzxatûnê (çîrokên gelêrî-berhevkarî), Belgeyên Komcivîna Tenduristiyê (werger), Bi Heft Dengan Gazî Dikim (Kurteçîrok), hatine weşandin û gelek gotar, helbest û kurteçîrokên wî di malper, kovar û rojnameyan de tên weşandin. Û hê jî dinivîsîne. Ji xwe niha nivîskarê Azadiya Welat e, xwedî, berpirsiyar û yek ji edîtorê Kovara ‘W’yê ye.
Gelek rewşenbîr û têkoşerê doza kurdî ji vê herêmê hene. Herwiha Adar Jiyan jî nivîskarekî Kurdî ye ku ji gundê Dengiza ye û kurê meta Mamoste Aydin (Ferat) e.
Feratê Dengizî ango Mamoste Aydin ku dibistana navîn li Stewrê xwendiye û ji xwe Dengiza nêzî wê ye û niha bûye taxeke wê, dibêje “Piştî ku ez bûm namzet û li nava bajêr û gundan geriyam pir pêşwaziyek mezin û germ xuya bû, gelek kal hatin pêşiya min û eniya min maçî kirin, hinek ji kêfan giriyan û dema ku wisa dibe ez jî bi wan re hestiyar dibim û hê bêhtir hêz bi min re çêdibe. Ji ber wê jî me cîhê partiyê kiriye wekî hêwaneke derdgotinê ku heta êvarî mirov tê û diherin bi jin zarok, kal û pîran.”
Navenda Stewrê cîhekî dîrokî ye, xaniyên wê bi keviran hatine çêkirin wekî yên gundên wê û li ser du giran e. Li ser girekî Konaxa Abdullah Beg heye, ku li gor tê gotin di Dema Osmaniyan de li himber Bedirxaniyan şer kiriye. Konaxa wî li ser girekî ku dor hemî avahiyên ji keviran e û li himber girê din e ku ew jî ser wî rût e. Mirov di pêlikên wî re birêve dihere û di hewşê re derbas dibe wekî mirov li salên 1850’yî be. Tewl û alifên hespan, singê ku bi dîwêr de kutayî, li straxên odeyan nexşên textînî û kevirên nexşkirî û alavên wê demê hemî dîrokê bi mirov dide hîskirin.
Bajaroka Ewîna (Surgucu) ku bi pêkenokên xwe navdar bûye jî rengekî gelekî xweşik dide Stewrê û vê herêmê. Ne pêkan e ku yên derdora Mêrdîn ji Dêrika Çiyayê Mazî bigire heta Herêma Torê ku pêkenokek Surguciyan nizanibe. Trêna wan jî navdar e û bi rê ketiye tu kes nikare bisekinîne bawer im û bi wê dilsozî û kurdewariya xwe dê bi serkevin jî kes nikare wan bisekinîne.
A ha Feratê Dendizî ango Mamoste Aydin Alokmen dibêje ez talibê rêveberî û Şaredariya vê derê me. Bi hêviya ku Mamoste bi ser keve û rojekê mihrîcaneke helbest an jî beşeke wêjeyê yê din li nava wan bexçeyên xweş çêbike û em jî herin masiyên ku ji wan çemana derdikevin bibirêjin, fêkiyên cur be cur yên wê derê tahm bikin û wî pîroz bikin.
( 24.02.2014 Azadiya Welat)
Çiya Mazî