Ne tenê dengê xwe didim HDP’ê, ez dê li ser sindoqê bim jî
Belê, ne tenê ez dê dengê xwe bidim HDP’ê ez dê roja hilbijartinê li taxeke Stenbolê li ber sindoqa xwe bisekinim wekî her car û heta êvari ku deng yek bi yek tên jimartin û tomarkirin diqede. Û ezê zebta ku tê girtin jî bistînim an jî wêneyê wê bikişînim û bidim muşahidên HDP’ê. Ne ji nerehetiya min bûya teqez ez dê wekî peywîrdar isal bi awayê aktiv ji bo HDP’ê li taxan bixebitiyama.
Ez vê yekê bi dilekî rehet, bi wijdanekî aram û bi hişekî bi bîr û bawerî dibêjim. Ji ber ku HDP projeyeke ku tevgera azadiya kurdan jî di nav de ye.
Ji ber ku di vê projeyê de demokrasî heye, azadiya kesayetî, mirovî û mafê jinan û girseyan heye.
Ji ber ku ev proje bi awayekî aştiyane dê pirsgirêka kurd jî çareser bike. Beravajî ku dibêjin entegrebûna kurdan bi tirkan re dê çêbibe, xweserî heye di vê projeyê de ji bo kurdan; ji ber ku ev proje xweseriya demokratik diparêze û di vê xweseriya demokratîk de kurd dê xwe bi xwe bi rê ve bibin, perwerdehiya kurdî dê bi dest keve, nasname û taybetiya kurdan dê bi pêşkeve û di demên dirêj de dê azadiya xwe jî bi awayekî aştiyane bi dest bixin. Awayê aştiyane mafê kurdan e. Îro proje xweseriya demokratîk e, lê sibe dusibe bi hêsanî ev rêxistin ku dem bê û guncav be, dikare serxwebûna Kurdistanê jî bi hêsanî têxe rojevê. Ji ber ku bi milyonan gel li pey wê ye xwedî ezmûn û bîrek fireh e. Bi aştî çareserî ji bo dilxweşî û jiyana kurdan a aramî ev hêz pêwist e, kurd layiqî vê yekê ne.
Ji ber ku kurdan ji bo azadiya axa xwe pir bedel dane, pir hatine kuştin, bi sedhezaran di girtîgehan de riziyane û mirine. Kurd di demên çûyî de bi dehan qetlîaman rû bi rû mane û perîşan bûne li ser axa xwe û li biyanîstanan. Êdî rêya aştiyê elzem e. Yê ku van tiştanan zanin ji xwe her tim li pey rêxistinê ne. Divê yên ku dilê wan bi taswas bin û di erê-nayê de bin vê yekê bifikirin. Bi awayê sivik û peyvên qelew rexnekirinên qirêj hêsan in. Lê ya giring xebat e û bi dehsalan e ev rêxistin vê xebatê bi her awayî dike û dê bike jî. Qet xwe ranagire, ku çi bibe jî. Wekî nivîskarekî zimanê kurdî jî zanim ku vê rêxistinê bi hezaran tişt kiriye ji bo zimên û çandê û hê jî dike.
Ev tevgera kurdan ya ku bi milyonan kes li dû dimeşin û bê rawestan têkoşînê dike, xwedî bîr e, xwedî bawerî û hiş e. Giyan û bawerî û hêza ku Kurdistanê rizgar bike jî di nava vê tevgerê de ye. Ku şerek derkeve (hêvîdar im ku tiştekî wisa qet çê nebe) ji bo kurd û Kurdistanê, yê ku şer bike ev giyan û baweriya bi vê tevgerê re ye, ku rêxistineke bi milyonan e.
Tiştên ku aniha tê holê ne bi salekê du salan hatiye holê; bi dehên salan hatine holê, pirsgirêk û projeyên ku aniha li holê tê nîqaş kirin bi salan hatine nîqaşkirin. Ne hêsan e û ne ku bi mînakek û çîrokek neyînî bê tawanbarkirin ku mirov bibêje “ji ber ku filan şaşî kiriye ez dengê xwe nadimê.” Wan şaşiyanê biçûk an mezin ku tê qalkirin ku hebin jî, hemû kesên ku dengê xwe didin vê tevgerê zanin çi ye ne çi ye û bi wê zanebûnê jî dîsa dengê xwe didinê û bi baweriya şehîdên ku wêneyên wan li malê wan daliqandîne lê xwedî derdikevin. Tevgerek ku 40-50 salî her ku biçe mezin bibe, tê wê wateyê ku bawerî daye gelê xwe. Îro li bakur rêxistina ku xwediyê kurdan e û dikare xwedîtiyê li kurdan bike tevgera azadiya kurd e ku niha di nava HDP’ê de cihê xwe girtiye. Ji ber wê jî, ji berê de jî û aniha jî jê bawer im ku ji bo kurdan dê tiştên baş bike û tiştên baş bê holê.
M. Çiya Mazî