Nivîskar Çiya Mazî li ser hilbijartina şirove kir
Nivîskar Çiya Mazî li ser hilbijartina şirove kir
Dema weşanê: 3, 2015, 11:48 Dîtin: 632

Gellek kesan tiştek gotin li ser hilbijartina Tirkiyeyê. Ya ku pir di medyaya civakî de bal kişand ji alî mirovên ku bi partiyan ve ne girêdayî bûn ev bû ku digotin “bila kurd bi çepê tirkan re hevkariyê nekin” an jî “bila kurd vegerin li Welatê xwe tenê siyasetê bikin”. Belkî jî tenê ên ku pir bala min kişand ev bû.

Îjar bi ya min mesele ne bi çepê Tirkiyeyê re itifaq e an ne itifaq e. Mesele ne ku çepê tirkan ji kurdan re tu sûdeyê nade yan jî dide ye. Mesele ku kurd dê têkevin meclîsa Tirkiyeyê an na? Heke kurdan biryar dabe û têkeve meclisa tirkiyeyê dibe ku bi hinek çepgir û demokratan re bi rêxistinên gelan re itifaqê bike.

Ku em bibêjin ev ne hewceye û kurd bila bi xwe tenê têkeve meclisê jî bersiv an tiştek heye ku mirov bibêje; baş e, partiyên  ku bingeha DBP’ya aniha bûn çend caran ketin hilbijartinan û çiqas deng stendin an jî wê demê kurdan çiqas deng dan van partiyên wekî DEP, Hadep, BDP û yên din? Çima wê demê muha fazakarên kurd dengên xwe didan partiyên tirkan an yên Tirkiyeyê ku ew partî ne ji  xêra kurdan re bûn?

Aniha itifaqa kurdan bi xwe tune ye ma? îtifaqa ku demokrat  (DDK), muhafazakar (Altan Tan, Kadri Yildirim, tevgera Azadi) ne ya kurdan e. Tevli ev hereket hene jî dîsa qismekî muhafazakar an jî aşiret dengê xwe didin Akp. Gelo meseleya vana ew e ku dibêjin çima HDP bi kurdên din re itifaqê nake? An jî dibêjin çima bi çepgiran re itifaq kiriye? Na bi baweriya min ev tevgerên wan hemî berjewendiya şexsî, girseyî û eşîrî ye. Ji biçûktiyê heta niha hê jî tiştek di bîra min de ye ku li Şemrexa Mêrdînê du eşiret hebûn û tu carî her du eşîr di partiyekê de nedibûn yek. Ku ya jêr di partiyekê de bûya, ya jor di partiya din de bû. Ev rewş li hemû Kurdistanê wisa bû û hê jî cî bi cî wisa ye. Eşîret carinan ji int û rika eşireta himber xwe didin partiya din. Kurdîtî filan bêvan li ba wan tune ye. Wekî minak li Ruhayê Eşir bi bandor in.

Ku mirov bibêje bila kurd dev ji meclisê bi tûmî berde û were Amedê jî ew tiştekî din e. Ev pirsgirêkek mezin e. Ev niqaşek mezin e, ne ewqas hêsan e ku mirov bi hilbijartinekê tenê biguherîne. Ka kurd dê çawa bikin ku werin Amedê û dê çawa xwe bi rêve bibin. Ji xwe xweseriya demokratik jî ev e. Lê niha çawa ye di çi rewşê de ye, ji xwe kurd  dişopînin û HDP jî piştgiriyê didêyê. Ji bilî vê yekê rê û rêbazê têkoşînê hebe jî divê baş bê hesabkirin û hatibe ceribandin nehatibe ceribandin, dê ji kurdan re çi bine, serkeftin çiqas pêkan e, divê her kes di rexne û nirxandinên xwe de bi bîr bîne binirxîne. Li gor konjoktura dinyayê hevsengî û pêvejoya şerên Rojhilata Navîn rêbazên têkoşîna Bakurê Kurdistanê û rêbazên ku mirov pêşniyaz dikin an jî rexne dikin hevdû digrin an nagirin? Ev hemû niqaş in û bê gûman di nava kurdan de tê niqaşkirin an jî hatiye niqaşkirin. Ez dibêjim hatiye niqaşkirin ji ber ku KCD (DTK) heye û  bi niqaşên mezin yên van projeyên niha tê gotin hatiye li xweseriya demokratik sekiniye. Ji xwe ew wekî meclisek kurdan bi xwe ye û navend Amdê ye. Wê demê mirov dikare bibêje bila kurd hemî li dora wê kom bibin, ji xwe yên kom bûne di navê de cih digirin.

Di vê encama hilbijartina 1ê Mijdarê de bi baweriya min kurdan negot em dê ji Enqereyê biqetin an jî negot çima HDP bi çepên gelên din re itifaq kiriye loma me deng nedan HDP. Heke wisa bûya kurdên ku deng nedan HDPê dê bidana partiyên kurdan yên din. Tenê 50 hezar dengê Hak-Par ê zêde bûye ev jî nayê wateya vê pirsa jor. Berevajî vê yekê gotiye em bernameya HDPê baş dibînin û tevli hemû zext û zorê em pê re ne. Herwiha hatiye gotin jî xweseriya demokratik dipejirînin. Ji van dengên kul i hin bajarokên kurdan jî xuya bûye ku bi HDP re ne.  Cizîrê % 93.23, Lice 95.82, Silvan 87.35, Yüksekova, 93.00, Silopî 87.98, Başkale, 95.56, Vrto91.04, Digor 85.96, Sur 80.00.

Heke li hin bajaran deng kêm bûbin jî wekî Amadê ji sedî 7 be, ew jî gellek sedemên wê hene, wekî Seyıt Haşim HAŞİMÎ, Salim Ensarioğlu gellek deng ji HDP ê girtine bi baweriya min. Û gellek kesan jî dibe ku şer nepejirand û deng nedan HDP û ji berjewendiyên aborî û herwiha ji ber şer jî girseyên li rehetiya xwe digerin dan AKPê û ji cihên ku dewletê ji bo qaşo ewlehiyê qedexe kirine gellek mirovan koç kirine (tê gotin ku bi temami koçkirin nêzî 500 hezar kesî ye) ev jî ji alî teknîkî gellek deng nehat qeydkirin û bi vê re nehat bikaranîn.

Wekî encamê mirov dikare bibêje; di bin bayê gulleyan de û zextên dewletê,bêyî kampanya, kêmbûna dengên emanet û anormaliya pêvejoyê, ev rêjeya dengênHDPê ne zêdebûn e lê baş e ne xerab e. Ez dîsa bixwe dibêjim bila aştî hebe û bi rêya aştiyê têkoşîn bê dayin. Hilbet ku bi ser kurdan de ji bo qirkirinê neyên.