Pêşmerge li Kobaniyê ye; Enqere bi awayê “dîrokî” di “Ofsayt”ê de ye…
Pêşmerge li Kobaniyê ye; Enqere bi awayê “dîrokî” di “Ofsayt”ê de ye…
Cengîz Çandar (Rojnameya İnternetî Radîkal).
Derbasbûna Kobaniyê ya Pêşmergeyan di ser axa Tirkiyeyê re, ji tiştê pêşî xuyayî gellekî bêtir bûyereke girîng e.
Pêşmerge kî ye? Yê ku ji Kurdên Iraqê ango Kurdistana Iraqê re êdî bûye “artêja bi pergal” ya hêzên bi çek e.
Kobaniyê kî derê ye?
Bajarekî Kurd, li ser Sînorê Tirkiyeyê yê ku bi berxwedana ji mehekê zêdetir li himber DAIŞ’ê re hişt ku DYA polîtîkaya xwe biguhere ye.
Kî li Kobaniyê di ber xwe dide? Kî diparêze Kobaniyê?
YPG: tîpên serê Yekîtiya Parastina Gel. YPG, Artêja bi çek ya Kantona Kobaniyê ye ku –êdî ne veşartiye giraniya PYD’ê ya”cêwiya PKK’ê” li ser heye. Ji xwe di şerê Kobaniyê de gellek kesên ji Tirkiyeyê çûne hene.
Ne pêkan e mirov nizaniba ku, êdî Destana Kobanê bûye xerca avakarê pêvejoya netewayê (netewa kurd). Bi rojan e ku ji Qersê heta Çolemergê cenazeyên YPG yîyên ku di şerê Kobaniyê de jiyana xwe ji dest dane tê rakirin.
Ji xwe kurdên Rojava û Tirkiyeyê wekî nenûk û goş bûn, tu wêne wekî vê meha dawiyê ku cenazeyên “Şehîdên Kurdan” di deriyê Murşîtpinar re li çar aliyê Tirkiyeyê tê veşartin ev tişt nediselmandin. Dîrokîbûna ku derbasbûna Pêşmergeyan di paş vî wêneyî de bi cîh dike tam jî ev e.
Hilbet dê hatina pêşmergeyan bi çekên giran û topan bandora xwe li şer bike. Lê ne ku ji bo vê yekê ye ku rewşa Kobanê di kêmaniya vê yekê de bû. Ya ku sernavê “Pêşmerge li Kobaniyê ne ” dike dîrok, ne “aliyê eskerî” ye. Aliyê sembolî ! Aliyê ku “yekîtiya netewa kurdan” derdixe pêş e. Li gelek deverên eniyên Kurdistanê Barzanî bi xwe çûbû û HPG û YPG yî ji bo egîdiya wan ew pîroz kiribûn.
Ji ber wê yekê jî Salih Muslîm digot “hewcedariya me ne bi şervanan lê bi çekên bi bandor hene” ev rast bû.
Tabî dibe ku hesabekî Tirkiyeyê li paş vî wêneyî hebe. Dibe ku li himber “PKK-PYD”ê, wekî hevkarê tirkiyeyê tenê Hewlêrê mabe ye û ev hevsengiyek be ku pêşmerge jî li Kobaniyê bin.
Ji ber ku Dawutoğlu digot “li sînorê me DAIŞ û PKK hene, herdu jî dijminê Tirkiyeyê ne”. Ji ber wê peyvê dibe ku xwestina Tirkiyeyê ku Pêşmerge derbas bibin tê fêmkirin ku hevsengî ye. Ya jî Tirkiye ji ber xwestina DYA ku korîdor vebe, paşve gav avêtiye.
Niha, Pêşmergeyên ku di sala 1988’an de ji ber zilma Seddam û bi penaberî derbasî Tirkiyeyê bûn; bi Qehremanên xelaskar ku di Tirkiyeyê re derbasî Kobaniyê dibin re, cîh guhertiye.
Lê divê neyê jibîrkirin ku ev derbasbûn jî lihevkirina kurdan ya Duhokê ku hefteyek berê hatibû imzekirin re pêkan bûye. Û sembolîyeke ku neyê jibîrkirin jî; Almanya alîkariya tangan bi Kurdên Iraqê re dike, DYA ji hewa de çekên ku ji Kurdên Iraqê avêtiye ji bo YPG’ê. Kovara Der Spigeal hejmara xwe ya nû hemî ji bo Rojava veqetandiye, YE ji bo PKK ji Lîsteya Terorê derxe nîqaşan dike. Em hinek van rêzikanê ku divê bi baldarî bê xwwendin çendekan binivîsin.
” Ne pir, çend sal berê nadihat xeyalkirin jî ku mirov bifikiriya, welatên rojava dê bi PKK’ê re hevkariyê bikin. Bi mafdarî ev rêxistin di serê lîsteya terorê de cîh digirt. Ji ber ku 30 salî bi hezaran mirov li Tirkiyeyê miribûn. Lê aniha rêxistina ku zemanekî bi nebaşî lê dihat nêrîn, niha wekî rêxistina ku Rojhilata Navîn ji destê DAIŞ’ê xelas kiriye xuya dibe. Di herêmê de yê rêxistina tenê ku karibe li himber DAIŞ’ê şer bike, bi disîblîn, bi bandor, pê re jî sekuler û alîgirê rojavatiyê ye.
“Hukumeta AKP’ê firseteke ku pêvejoya çareseriyê bi lezgînî bi serkeftî bibe encamê bidest xistibû”
Ji bilî ku vaya ji dest xwe revandibe, em bibêjin ku pêşiya xwe nedîtina wan û rika wan a “îdeolojîk” bila nebe sedem ku Tirkiye bêgav bibe ku “maliyetek mezin” bide.
Pêşmerge li Kobaniyê ye; lê Enqere bi awayê “dîrokî” di “Ofsayt”ê de ye
***
Pêşmerge li Kobaniyê ne: Çi guherî? Dê çi biguhere?
Rûşen Çakir (Rojnameya Haberturk)
Hukumeta Herêma Kurdistan Çekên giran şandin Kobaniya ku 40 roj in di ber xwe dide. Pêşî em çawa hatin van rojana. Pêşî Ankara DYA û Hewlêr digotin ku “ji xwe dê Kobanê bikeve.”
*Bilêvkiirna Enqereyê ku PKK, PYD/YPG kir yek bi bandor li rewşê kir. Yê ku di gûmana “serkeftina PYD’ê, dê veguheze ku PKK bibe hêzeke herêmê” de bûn, Kobaniyê bi çarenûsa xwe re rû bi rû hiştin.
* Bi vê yekê re, ku Erdoğan li NYê got “em tevlî koalisyona li himber DAIŞ’ê dibin”, bi taybetî DYA cihê navbera xwe û Kobanê parast û heta hê jî pir kir.
*Lê belê piştî demekê rewş hat guhertin. Pêşî wekî ku dihat hêvîkirin Kobanê bi lezgînî neket. Bi înada DAIŞ ku dorpêçkirina xwe ya Kobaniyê domand re parastina sembolîk ya Kobaniyê zêde bû.
*Kobaniyê cara pêşî bu hêzeke stratejîk ku dikaribe DAIŞ têk bibe.
*Hewla Tirkiyeyê ku PKK/YPG wekî hev xuya bike, bi tu awayî cîhê xwe negirt, nehat pejitrandin. Para pozitîv xuyakirinên weşanên welatên Rojava di derbarê PKK/HPG ê de, bû bandor.
Îjar pêşmerge bi rizaya Tirkiyeyê derbas bûn. Ev wekî hevsengkirin e ku dixwazin alîgirên PDK ya Mesud Barzanî li rojava bi hêz bibe û hinekî mêzîna li himber PYD wekhev bibe ye.
Lê belê tiştên ku Enqere ji bîr dike jî hene:
1- Navbera Enqere û Hewlêrê ne wekî dema ku Barzanî hatibû Amade xweş e. Dema ku DAIŞ êrişî Kurdistanê kiribû û kurdan ji Enqerê alîkarî xwestibûn, nehatibû dayin, kurd xeyalşikestî bûbûn.
2- Navbera Hewlêr û Qendîl jî ne wekî berê xerab e. Bi çûyina PKK ji bo li himber DAIŞ’ê bi Pêşmergeyan şer bikin, ew xerabiya bi piranî ji holê rakiriye.
3- Ya dawî jî aliyan li Duhokê ji bo iktîdara rojava parve bikin, li hev kirin. Ev bû sedema ku sewqiyata pêşmergeyan dest pê bike.
Wekî encamê mirov dikare bibêje ku bi çûyina pêşmergeyan re hesabê Tirkiyeyê li hev derneket. Hem di têkiliyên bi Hewlêrê re paşdeketin û him jî li hundur di çareseriya aştiyê de astengî deketine. Sedema vê, ya bingehîn, hukumeta AKP’ê ji bo pirsgirêka kurd vizyoneke herêmî bi pêş nexist.
Li himber vêya, bi piştgiriya DYA û koalsyona navneteweyî jî, mirov dikare bibêje ku Qandîl û Hewlêr; li Sûrî bi saya DAIŞ’ê firseta stratejiyeke hevpar ya ku li herêmê bimeşînin dike ku bidest bixin.
REWANBÊJ. Werger ji Tirkî: Çiya Mazî