Vegera Bakurê Kurdistanê – Beş 4
Wê êvarê dem tenê bi xatirxwestinan derbas dibû li Duhokê. Lê li alîkî jî em nivîskarên bakur ji bo vegerê bi hev re dişêwirîn û hinek ji me jî bi rê ketibûn û hinek jî çûbûn Hewlêrê ji bo karên xwe yî şexsî. Yê min jî, ez wê êvarê li bendî hinek pirtûkên min ku li Duhokê hatibû çapkirin bûm. Di sala 2006’an de pirtûka min “Ferhenga Gotinên Pêşiyan” hatibû çapkirin ji alî Weşanxaneyeke navdar ve. Lê heta vê salê jî ango 2013’an, yek tenê ketibû destê min, tevlî ku min gelek carî ji weşanxaneyê xwestibû jî bidestxistina pirtûka min ya tîpên kurmanciya jêrîn pêk nehatibû. Ji xwe telîf jî tunebû wekî pirên pirtûk, weşan û nivîskarên kurdî. Ji xwe pirtûk jî bêyî kontrola ez bikim û bi tîpguheztina bernameyeke compîturê hatibû çapkirin. Û ji xwe danûstandina nivîskarên perçeyên Kurdistanê ji ber alaozî tevliheviya şerê başûr yê wan salan pir tunebû û ji xwe şandina pirtûkan ji perçeyekî bo perçeyê din pir dijwar e heta niha jî, ez dibêjim belkî ev normal be jî. Îjar min temî kiribû ku 20 heb pirtûk bînin otêla me. Lê belê heta sibehê ku me taştêya xwe li qatê 6’an kir jî nehatibû û min piştî vegera Stenbolê 20 rojên din jî pirsî nehatibû wê otêlê ew pirtûk û wê sibehê bûbû tiltengiyekê ew rewş ji min re li şarê Duhokê. Lê belê taştêya Otêl Hakar ne xerab bû; Mast, Penêrên cur be cur, hingiv, helawa nokan (tehîn), Rîçal, Rûnê nivişk, xiyar, bacan, zeytûn, şorbe û tiştine din hebûn. Hevalan herkesî bi lezgînî tiştin xistin temsîkên xwe û bi çay re li ber paceya ku li nava bajarê Duhokê dinêrî xwarin û em daketin odeyên xwe ji bo birêketinê.
Bi du erebeyan em bi rê ketin, ber bi bakur ve, bakurê Kurdistanê ve, an ber bi Kurdistana Bakur ve. Dîsa di nava gund û bajarên Başûr re, di nava pirêzeyên zer û axa sor û cî bi cî gewre de û nêzîkî Zaxo jî di nava çiyayan re em hatin Zaxo. Ji bo emenetekî nivîskar M Sindî hat pêşiya me û em hinekî nêzî Zaxo li ser rê sekinîn me bêhna xwe vekir û hinek wêne kişandin bi wî re. Bi guftûgoyên “ka emê çawa zû di derî re derbas bibin re em hatibûn ber deriyê Îrahîm Xelîl, an Deriyê Xabûrê yê Tirkî. Li Free Shopa aliyê Kurdistana Federel gelek hevalan xwarin û vexwarin wekî diyarî kirrîn û em di demek kurt de di derî re derbas bûn. Bi rêya xwe jî xuya bû ku em hatibûn dewleteke ku ji mêj de ye li ser piyan e û hal wextê dewletê xweş e. Bi ken û henekan em hatin Otogar a Cizîrê ji bo hevalê me yî ku pêşî ji me veqete û biçe Edeneyê. Ji ber rêwîkirina wî em li otogarê sekinîn.
Otobos amade bû ji bo birêketina Edeneyê. Lê tiştekî ecêb rû da. Me dît ku hevalê me û şofêrê otobosê ketine nîqaşeke gûr. Pê re em hemî çûn ba wan û me li rewşê pirsî. Şofêrekî navûsere û zikê wî wekî têrekê li pêşiyaya wî, got, ev alav vexwarin têde hene û heram e, ez dibêjim em nikarin bibin. Hevalê me jî dibêje “ev diyarî ye û ku ne diyarî be jî ma çi eleqeya we pê heye, bila hûn zanibin ez jî vedixwin û tu kes nikare midaxeleyî jiyana min bike, guneh be jî di stuyê min de ye”. Lê belê şofêr û alîgirê wî digotin, hinekî em bi fikar in ku eraq di otobosê de be û otobos ji bo wê xera bibe an jî biqulipe filan”. Bi heyf û mixabiniyeke me ya ji bo Cizîra Botan ku em li vê derê li bûyereke wisa rast hatin me xwest bûyerê bi dawî bikin. Teqez ev kesên wisa difikirin li Cizîrê henin lê mirovên ku bi hiş û aqil difikirin jî pir in û pirê mirovê Cizîrê dinyadîtî ne. Heta û heta bajarvaniyeke pir bi reh û kok li nava Cizirîyan heye ez zanim. Heta min bi xwe gelekî bihîstiye û ji hevalên xwe yî Cizîrî zanim, li Cizîrê gelek caran di dawetan de dema ku bûk dikeve hundur wê şevê zilam li malekê kom dibin û bi kêf û henek araqê vedixwin. Ev ji bajarvaniyê tê û bingeha vê bajarvaniya Cizîrê jî diçe heta Mîrekiya Bedirxaniyan û beriya wê jî. Lê niha bi rewşa bandorên derveyî civaka Cizîrê ev rûdan jî diqewimin qey.
Bi awayekî aştiyane me hevalê xwe bi rê kir û em dîsa li erebeyên xwe siwar bûn û ber bi Nisêbînê û Qoserê de bi rê ketin. Me li cîhekî bêhnvedanê de hesabê aborî ji bo rêwîtiyê jî eşkere kir û parvekirin jî çêkirin. Ji ber ku min dixwest hinek karê xwe li Mêrdîn bikim û Mêrdîn, Qoser û Amedê bibînim bi rêya bejayî di bakurê Kurdistanê re vedigeriyam Stenbolê.
Hevalan ez anim li kolaneke nava Qoserê danim û me xatir ji hevdû xwest, ew ber bi Amedê ve bi rê ketin ez jî ber bi mala xweha xwe ya li Qoserê ve meşiyam.
Erê Qoser… tam 20 salên min li van derana derbas bûbûn, ha li Mêrdîn ha li Qoser û derdorên wan. Ma pêkan e ku ez li yekî nas rast neyêm di wê kêlîkê de. Min dît mamosteyekî dildarê zimanê Kurdî û dostê min î ji mêj de li ber min sekinî. Mamoste Kerem Qoserî bi kenê xwe yî ku pê re kêfa mirov tê got “wey tu bi xêr hatî mamoste, tu ji ku tê yaw?” . Mamoste Kerîm mirovekî ku di sala 2000 ‘î de bi çend hevalan ji bo ku dersa kurdî di mal de didîtin hatibûn surgûnkirin û bi salan êş û xerîbî kişandibû li nava bajarên Derya Reş ûtevlî van tahdeyana jî qet dev ji xwendin û nivîsandina zimanê kurdî nekirbû û hê jî nekiriye, beravajî wê jî bi hemû hêza xwe berdewam dike bawer im. Piştî xêrtêdanê û halpirsîneke biçûk û xwestina sibe hevdîtinê ez ber bi mala mazûbanê xwe meşiyam.
Ber bi êvarî ez û mazûbanê xwe derketin sûkê û Qada Azadiyê ya Qoserê û li ser wan kursiyên reş li ber siya avahiyan me heryekê çayeke qaçax û bi tîn vexwar. Wekî her carê xortên Qoserê ref bi ref digeriyan û dihatin li wê parka ku berî çend salan bi herî û çirav bû lê niha şaredariyên BDP’ê hemî xweşik kirine rûdiniştin.
Û piştî gereke li nava sûkê me çend kîlo tiriyê marzone yê gundên Xursê kirî, yê ku li ser erebokê difrot digot, îsal kûrikê lê xistiye tirî hindik e, ji ber wê jî yê xweşik hindike îsal û em çûn malê.
Bi êvarê re qerepereyek li kuçeyan li dar bû û bi girseyî xortan li qadan baz didan û balkêşiya herî balkêş hinekan digotin cîm bom bom û Fenerbahçe! Dirûşme ji bo tîmê footbolê diqîriyan û di nav re jî gelekan bi hev re digotin bijî Serok Apo. Him kenê min dihat û him rewşa peroşiya xortan ez matmayî dihiştim. Fener, Cim bom û bijî Serok Apo… di vir de jî û careke din jî xuya dibû ku di her qadê de siyaset li dar bû û tu kes û tu girse ne ji derveyî siyasetê bû li welatê me Kurdistanê.
Û li Welatê me Kurdistanê li nava Qoserê û Mêrdînê xanî avahî pir lêdibûn, ev jî pir balkêş bû ku digotin, ji ber ku Mêrdîn bûye Şaredariya Bajarê mezin, heta hilbijartinê mirov avahiyan pirqat lê dikin ku piştî hilbijartinê zagon dê bê guherandin û pirqat an jî hê serbest nikarin lêbikin. Vê yekê jî di nava bajêr de pir alozî jî derxistibû holê û gelek kuçe û kolan teng û nexweşik çêbûbûn. Di gera min î du sê rojan de, li qoserê, nava taxan û ser Rêya Îpekê û Taxa Kosar, Taxa Perekêtan, nêzî Taxa Xirafa û gelek aliyên din geriyam li qahweyan rûniştim û min tahma Qoserê, tahma Qezê dîsa kişand hundurê xwe têrî çend mehan. Li kuçe û kolanan reklamên balkêş li panoyan bûn û bi kurdî min dîtin. Erê… Bi kurdî ji alî şaredariyan ve hatibûn daleqandin wekî: “Me wekî şaredariya Qoserê 7 seyrangeh çêkirin” van reklamana hema hema giş bi kurdî bûn. Ji bilî yê şaredariyê yê saziya Elektrîkê jî nêvî kurdî nêvî tirkî bû, ew jî pir balkêş bû ku saziyên derveyî siyasetê û derveyî tevgerên kurdan jî êdî bêgav dimînin an jî ji bo berjewendiya bazarê bi kurdî reklaman dikin. Li ser panoyê ev heb, nêvî tirkî nêvî kurdî: “Ser seren, ser çavan. Geçmiş donem elektrik borcunuzu peşîn ödeyîn faiz ödemeyin(deynê xwe yî berê pêşin bidin, faîzê nedin)” hebû. Ev jî xuya dike ku dema mirov an sazî bêgav bimîne ew dê zimanê kurdî bi kar bîne.
Bi sibehê re ez ketim dolmîşa xeta Mêrdîn û min berê xwe da bajarê kevnar ku 20 salên qut î gurover minjiyana xwe li wir derbas kiriye. Pêşî li taxa Yenîşehir hinekî geriyam û li vir jî wekî Qoserê çûm qahweyeke ku gelek carî diçûmê, ya ku Xort û zilamên Misûriyan dihatinê rûniştim. Bi vexwarina çayekê re min li dengê okêya kurdî huhdarî kir, dengê çêr û xeyîdîn û barebara bi kurdî guhdarî kir, kêf ken û henekên mirovan temaşe kir. Bi rûniştina van qahweyan min hicrikên xwe yî hinekî vala bûbû bi kurdî û dengê kurdî yê xwezayî tije kir ew jî têrî çend mehan bû.
Û min berê xwe da bajarê kevin ku piranî ji keviran in. Tabî pêşî Sûka Ga hat bîra min, lê na, ez li Deriyê Meşkîna daketim û wî bayê hênik ku ji alî Çiyayên Mazî û Çiyayê Zinarê û Surguciyan dihat ez pêşwazî kirim. Ku mirov di ber qesra Silêmanê Şido re derbas dibe ber bi navendê ve tahmîrkirin û restorastyona avahiyan bala mirov dikişîne. Hê jî berdewam e ev kar, li her derê restorasyona xaniyên kevirî. Yên ku ne bi keviranin jî hinek ji wan ser wan dîwaran bi keviran digirin û hinek jî tên xerakirin. Bi silav û xêrtêdana gelek kesan re ez çûm Sûka Ga, an jî Sûk el Beqere ku li navenda kolana yekemîn e (1.cadde), li nav bajarê kevin kolanek duyemîn tune ye ji xwe, yên mayin hemî kuçe nin. Sûk el Beqere ku bi Erebî Sûka Çêlekan e, dema wergeriyaye kurdî bûye Sûka Ga. Wekî her carê ku di qada Cumhûriyetê re derbas dibûm li bufeya Şêxmûs disekinîm, dîsa sekinîm û min silav dayê. Şêxmûs bi dilekî keliyayî xêrhatina min kir, ji ber ku ez zûde nedîtibûm. Û çûm li hundur bufeyê rûniştim çayeke ku ji min re xwestin min vexwar. Bîranînên gelek bi êş ji bo vê bufeyê bi min re hebûn. Ev bufe ji alî heman kesî ve ev 20 sal in ku vekirî ye û di salên nodî de wî tenê li nava bajarê Mêrdîn rojnameya kurdî Azadiya Welat difrot û yê ku bi awayekî pergalî ew rojname dikirî ji çend kesên bi qasî tiliyên destan yek jê jî ez bûm. Tenê bi wî awayî me hevdû nas kiribû û nasiya me domandibû. Her wiha ku min carinan ji wir bi pereyan telefonî rojnameyan dikir û nûçe an jî pirs ji wan dikirin. Û gelek carî jî rojnameyên ku nedihatin firotin bi qasî 10 heban, min hemû dikirîn û dibirin cîhekî din ji bo firotinê an jî li komeleya mamosteyan Egitim-Senê ku wê demê li Sûka Ga di avahiyekê de bû, belav dikir. Dema ku Şervanan ji bo protestoya derewan, nûçeyên asparagas û hişyariyê û kuştinên rojnamevanên Kurd, rojnameyên tirkî qedexe kiribû jî vî kesî rojnameyên Tirkî nefirotin û polîsan wan rojana rojnameyên Tirkî Huriyet, Milîyet û w.d li ber Bankeya Zireatê difrotin. Ev yek jî û bûyerên din jî bûbûn sedem ku Şêxmûs bibe bîranînek gelek watedar ji min re û nayê jibîrkirin.
Min gelek esnaf û mirovên Ereb jî ji ber karmendiya min, min ew nas dikirin û yekî ji wan naskiriyan hat û li ber paceyê li me sekinî, ez bi xatirxwestina Şêxmûs re derketim û bi wî kesê hevalê min ê Ereb re di Sûka Ga re berjêrî nava kuçeyan bûm. Ne pêkan e ku mirov li Sûka Ga rastî kerekî bi siwar an jî hespeke bi bar neyê. Ji ber ku kolan hemî pêlik in ji bo alavkişandinê ker, hesp û qantir tên bi kar anîn. Heta di şaredariyê de ker an jî hesp û xwediyê xwe bi hev re di şaredariya Mêrdîn de dixebitin û bi berdewamî bi sigorta nin, bi meaş û mehane nin ango.
Ji bilî zemîna kevir û restorasyonên dîwaran pir tişt nehatibû guherandin li gor sê sal berê. Heman gerxêle, heman mirov bi heman dengî bacanê Şûrê, îsot, xiyarên Buhêrkê, lehaneyên Zinarê û Zeytûnê Dêrikê, dimsa Akres û Omeriyan û ya Şemrexê, Bennî û sîncokên Misûriyê û Zinarê, Mewîjên Midyadê û Torê, hinarên Xursa Navê, Biloka û Şêbê hemî hebûn li Sûka Ga.
Hêdî hêdî meşiyam di nava kolanên kevin re ku bi hezaran car têre çûme û hatime. Di sûka xeratan re, sûka qesaban û sûka Hesen Ayyar re çûm kafeya Mezopotamya ku yekî Ereb xwediyê wê bû û li rexê kafeyê ku li beriya Mêrdînê dinêre û heta Amûda Rojavayê Kurdistanê xuya dibe rûniştim. Li beriyê cî bi cî erdê sor ku hatibûn ajotin û hinekî jî prêzeyên kevin, hinek jî garis û hinek jî gihayê payîzxêrkê xuya dibû. Li paş min jî keleha Mêrdînê ku 2-3 caran bi xêra daireya fermî çûme ser wê û li nava kavilên kelehê geriyame hebû. Li rojhilat jî keleha Kalıtmêra û taxa Kotek û li ser girê pêşiya Kotek Girtîgeha Mêrdînê xuya bûn bi hêsanî. Piştî ku min qahweyek bi şîr vexwar rabûm û min berê xwa da Leylan Kafeya Xopan ku êdî bûbû êvar. Li wir bi gelek hevalan re em rûniştin û me şeva xwe bi galegal û henekan derbas kir.
Bû sibe dîsa li nava Mêrdîn ji bo dîtina xizm û hevalan geriyam. Di vê gerê de jî wekî gelek deverên Kurdistanê penaberên Kurdistana Rojava û penaberên Erebên Sûrî gelek bûn û zarokên hinekan ji wan li kuçan bi awayekî berbiçav bi piranî pars dikirin. Û wekî her carê buroyên hilbijartinan li ser Kolana Yenîyolê vebûbûn û nametan reklam û danasîna xwe dikirin û li ofîsên xwe çaya belaş didan mirovan. Bi awayekî ji bo karekî jî em li Zanîngeha Artûklûyê jî piçekî geriyan û li qahweyek himber wê rûniştin bi çend hevalên xwendekar û mamosteyên wê re.
Ji bo bêhnvedanê dema nîvro li bajarê nû ango Taxa Yenîşehîr û min xwest li kafe û pastaneya Îldo çayekê vexwim. Bi ketina hundur re garson hat ba min û got ku em ji bo xutbeyê niha derî digirin ku hûn bixwazin hûn dikarin li derve rûnin. Lê belê derve sar bû hinekî, ji ber wê yekê jî min çay venexwar li wir û derketim derve, lê bi bêhntengiyekê. Çawa kafeyeke li gor Mêrdîn ewqas xweş û li navendê û nava nîvro û bê girtin. Ev jî rewşeke alîyekî Mêrdînê derdixist ber çavan.
Bi pelandin û saxkirina 4-5 rojan min dema xwe ya li Mêrdîn û Qoserê qedand û sibehekê zû min berê xwe da Ameda rengîn. Bi rê de bîranînên van rojên Mêrdîn di hişê min de derbas dibûn û bi pelên zer ê darên hewr û spîndarên gundê Şêxan re nerazîbûnên mirovan ji bo hatina Şivan ya Amedê di serê min de olan didan, nizanim ji bo çi. Lê mirov bi piranî ji bo vê helwesta Şivan û Brêz Barzanî bêhnteng û xemgîn bûn. Bi vê re ji xwe re difikirîm bi nêrîna xwe ya li dar û deviyên Çiyayên Mazî yên li ber rê bûn. Û difikirîm ku çima Şivan wisa kir? Bi ya min vê helwest û tevgera wî xuya dikir ku haya wî qet ji welatê wî tune bû. Haya wî jê tune bû ku mirov hatine kîjan astê, belkî jî digot mirov hê wekî salên 80 yî ne. Belkî jî bi zaneyî wisa dikir ku qet bawer nakim ji vê yekê. Ku şivan bi serê xwe bihata û bigota, “aha ez têm û kî min digirin û kî min dikujin bila min bikujin” bewer bikin bi sedhezaran heta milyonan mirovan dê pêşwaziya wî bikirana û kesî û tu hêzê jî nikarîbû tiştek bi wî bikira û bi hêsanî jî tu kesî nikarîbû bigirta jî. Û bila bihata girtin ma wê çi bibûya? Min ji xwe re digot, lê Şivan ev firset ji destê xwe berdabû û winda kiribû, her wiha bi ya min winda jî bûbû û bi vê bêhntengiyê jî ez neçûm pêşwaziya Şivan.
Ji xwe pir ewqas gerxêle jî tunebû ji bo pêşwaziya wî. Hinek ji miraqan û hinek jî ji bajarên derdorê ji bo rojek wisa hetibûn û gelek kes û bi piranî alîgirên AKP’yê bûn ku ji bajarên derdorê û heta ji Edene û Mereşê jî hatibûn Amedê. Ev zanîn ji plakeyên erebeyên wan xuya bû. Bi tu awayî hewayek pêşwaziya Amediyan tunebû li Ameda ku di xwepêşandanên din de bi deh hezaran û sedhezaran kes diherîkîn qadan. Piştî ku min êvarî li mala birayê xwe di tv yê de temaşe kir, min got xwedê kir ku neçûme. Ji ber ku hemî di bin alên Tirk û partiya Akp’yê de bûn û alên kurdistanê yek an dudu xuya bûn. Ku biçûma belkî hê pir bêhnteng bibûma. Bi nêzî 10-15 kesan re peyîvîm ji bo vê serdanê, bawer bikin ji sedî nod bêhnteng û xemgîn bû.
Ji ber ku min bilêta balafirê birîbû diviya rojekê tenê li amedê bimînim. Gelek kesên ku min bêriya wan kiribû min dîtin û gereke bi çûk li nava amedê jî min tahm kir, li dora nexweşxaneya ku Arjen Arî lê hatibû dermankirin û ez çûbûm serdana wî jî carekê geriyam û min ew dem silav kir, di wê roja ku Amedê hinekî bi baran û hinekî bi mij bû.
Ku ez bi rê ketim, hinek tiriyê marzone yê navçeyên Amedê, bastêqa Mêrdîn ya gundê Aqresê, tehewên dara ku li nava goristana Mihemed Zirarê li Mêrdînê, çaya qaçax û beniştê dara yên Duhokê di bahola min de, ketim balafirê û bi dilekî hinekî sar, hinekî germ hinekî bi peroş û hinekî xemgîn li qada Sabîha Gokçena Stenbolê daketim. (Qediya)