Xwe li êvarên qozikên jiyana min bigire û were
WERE
Xwe li êvarên qozikên jiyana min bigire û were
Li cirûskên hildana dilê min bigire ey ronî
Xwe li tariya tayên çavên min bigire
Li biriqînên peqikên cegera min
Xwe li newaya banga kevokên Mêrdînê
Di şeveqên bi mij de bigre û were
Xwe ji berqefên tahtokên şilî berde
Bi alî milê çepê î rojava de
Destê xwe li ba ke û were, te dibînim
Were çarşefa mîranî ji ser xetên sînorên hewaran hilîne
Xembariyên xwe bi bizmaran ve bê xem daliqîne û were
Were xwe nemelisîne û were
Were xwe venedize û were
Were fedî neke û were
Xwe di taldeyan de nelûsîne
Veneşêre di bin siya ins û cins de
Û were ey roniya çavê min.
ey berbanga sal û zemanên min
ey êvar û zeriya kaînata min
ey xişreya kêf û şahî û jiyan û mirina min
Li ber taldeyê dîwarê rêpêgên te xeriqîm were
Were dilê min yê bi te re mayî bide min
Te dizîbû bi dizîka di xafiliyek min de
Dema ku te ez aş kirim ji hewara bêgaviyê
wê gavê bide min dîsa
û were ey dildar û azadiya Kobaniya min
-Çiya Mazî- (Kovara Çirûsk)
Ji vî zozanî ezê jî herim şah …
Yê himber xuyayî çi zozanekî xweş e
Min demek nebihart ez diherim wisa
Pîrê min î çavbelek tu min bistirînî
Ji vî zozanî ez ê jî herim şah
Ger ez şênkahiya vî bostanî bim
Di devê vî gelî de ezî destan bim
Ger Axa reş ez serdestê te bim
Ji vî zozanî ez ê jî herim şah
Ji komek quling re bifirin gotin
Derdê di dil de der bikin gotin
Ji zozan û wê de nêzîk e gotin
ji vî zozanî ez ê jî herim şah
Ji destê xoşevist mişt vexwarî dîn im
Lehiya mêşeyî ser kef bixwîn im
Ez lawekî rê me rê perîşan im
Ji vî zozanî ez ê jî herim şah
Destmêja min girtî bidine girtin
Nimêja min kirî bidine kirin
Yên li ba we bêjin ‘Şah!’ bidine kuştin
Ji vî zozanî ez ê jî herim şah
Pîr Sûltan Abdal im dinya aş nabe
Çû, emrê çûyî nayê bi şûn de
Çavê min jî ji rêya şahî venabe
Îsal ji vî zozanî ez ê jî herim şah
-Pîr Sultan Abdal
Ji Tirkî werger: Çiya Mazî-