Adar 22, 2016
Îro (roja sêşemê) piştî nîvro min berê xwe ji Goztepeya Stenbolê da Taksîm an Beyoxlû û kolana Îstiklalê. Bi rastî min pir meraq nedikir lê belê hinek karê min hebû û bi wê ve jî min xwest cihê ku teqîn lê çêbûye bibînin. Berî teqînê an jî berî ku dengê teqînan ji Enqere û derên din bên Taksîm vê saetê (saet 13 an yekê piştî nîvro) ji mirovan tije dibû û kolana Îstiklalê jî ji xwe ji saet dehê sibehê û pê ve mirov n berdewam
Adar 9, 2016
Îro 17 yê Sibata 2016 an e û li Mêrdîn im. Piştî gera xwe ya Qoserê doh bi êvarê re hatim Mêrdînê. Di salên 2000î de 4-5 salan li nava sînorê bajaroka Misûriyê li alî Mêrdîn mam ji wan 18 salên binecîhiya min a Mêrdînê. Niha bi Mêrdîn re bûye yek bajarokê Misûriyê an Yalimkoy. Carinan ku em dê biçûna Misûriye wextekî cûda me vediqetand, wekî bajarekî cihê bû ji navenda Mêrdîn. Li navenda Mêrdînê gellek esnaf û zenaat berdewam
Adar 3, 2016
Di roja 15 yê Sibatê de, piştî gera min a li nava Amedê ya 4 rojan min berê xwe dabû Mêrdînê. Lê belê min pêşî xwest herim Qoserê û ji ber wê yekê jî li dolmişên ku yekser diçin Qoserê siwar bûm. Berî ku dolmiş bi rê keve jî dixan ji Sûrê bilind dibû û helikopter bi qasî ku digotin bi hezaran metroyî bilind difiriyan. Mirov bi zor ew helîkopter didît. Xuya ye ku gellekî ditirsin ji gulleyan û ne wekî berê bi nizm fir berdewam
Rêbendan 27, 2016
Û Min Xatir Ji Amedê XwestEz çûm Amedê (4)Roja 13.02.2016 an ez çûm Ba nivîskarê heval ku di Tv yê de bernameyan çê dike. Avahiya wan hinekî li perê bajêr bû, ji bo wê jî rê nîv ax û hê nû çêdibûn. Avahiya Tv yê jî nû bû, plazeyeke mezin, li ser 3 qatan û fireh. Her wiha ode û studyoyên wan modern û têra xwe xweşik bûn. Xebatkarên wê jî xuya bû ku profesyonelî dabûn pêş. Navenda Tv yek zarokan jî li vir bû. Yek ji wa berdewam
Rêbendan 25, 2016
Di heman roja (12.02) de ez û hevalê xwe yî ku li Amedê dimîne û pîsporê xizmeta civakî bi hev re di bin dengê çekên Sûrê de ber bi Komeleya Nivîskarên Kurd ve dimeşin. Em dengê çekan jî yek bi yek li gor xwe bi nav dikin, “ev ya keleşê bû, ev ya tiştekî hê cûda”. Pîspor dibêje, em jî bi damezrandina komeleyekê re mijûl in van rojana, em dixwazin biryarekê bidin ku komeleyeke karê xwe ya ji bo derûniya civakî tê kiri berdewam